Fûad Husên: Iraq hê jî bi yasayên kevn ên Beasê tê birêvebirin

PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên ragihand ku Hewlêr û Bexdayê li ser radestkirina petrola Herêma Kurdistanê gihiştine rêkeftineke ‘demkî’ û li gorî destûrê, nabe Dadgeha Federal destêwerdanê di karûbarên navxweyî yên Herêma Kurdistanê de bike.
Husên ji El-Şems re daye xuyakirin, li ser radestkirina petrolê lihevkirinek heye ku heta dawiya îsal derbasdar e û xwe dispêre yasaya budceyê û biryarên Dadgeha Federal. Husên got: "Ji bo sala bê, divê çareseriyeke din were dîtin."
Derbarê dahatên neneftî de jî, Husên bal kişand ser ku li Bexdayê têgihiştineke şaş heye ku divê hemû dahat bên radestkirin, lê li gorî destûrê, beşek ji dahatên navxweyî mafê Herêmê ne û divê ev mijar jî di çarçoveyeke yasayî de were çareserkirin.
Husên bi tundî rexne li destêwerdana Dadgeha Federal a di mijara mûçeyên karmendan de girt û got: "Di sîstemeke federal de, nabe hikûmeta federal destêwerdanê di karên hikûmeta herêmî de bike. Divê para Herêmê were radestkirin û Hikûmeta Herêmê berpirsiyar e li hember gelê xwe."
Fûad Husên destnîşan kir, ev biryara dadgehê ji ber nakokiyên navxweyî yên Kurdî derketiye û ne li gorî ruhê destûrê ye, ji ber ku Herêma Kurdistanê xwedî parlamento û desthilateke destûrî ye ku nabe bê binpêkirin.
Wezîrê Derve yê Iraqê bal kişand ser pirsgirêka sereke ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de û got: "Ez li Bexdayê rojane rûbirûyî zîhniyeta navendî dibim. Çanda li Bexdayê navendî ye."
Husên diyar kir, ji ber derneketina zêdetirî 50 yasayên girîng, ên ku ji bo cîbicîkirina destûrê pêwîst in (wek yasaya petrol û gazê û Encûmena Federal), valahiyeke yasayî çêbûye. Ev valahî bi yasayên kevn ên serdema Beasê ku bi temamî navendî ne, tê dagirtin û ev yek dibe sedema nakokiyan.
Li ser egera vekişîna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji proseya siyasî ya Iraqê, Fûad Husên ku di heman demê de Endamê Polîtbîroya PDKê ye, got ku ev mijar ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hatiye behskirin û di civînên serkirdatiyê de bi awayekî cidî tê guftûgokirin, lê biryara dawî girêdayî serkirdatiya PDKê bi xwe ye.
Ev nivîs 126 car hatiye xwendin.




