Serfermandarê Îsraîlê civînekê ji bo pesendkirina plana dagirkirina Xezzeyê li dar dixe

Serfermandarê Îsraîlê civînekê ji bo pesendkirina plana dagirkirina Xezzeyê li dar dixe

PeyamaKurd - Plana ku ji bo pesendkirinê ji Serfermandarê Îsraîlê Zamir re hatiye pêşkêşkirin, dorpêçkirina tevahî ya bajarê Xezzeyê û destpêkirina êrîşeke bejayî di nav çend hefteyan de pêşbînî dike.

Hat ragihandin ku Serfermandarê Îsraîlê Eyal Zamir wê îro civîneke berfireh bi rayedarên artêşê re lidar bixe da ku plana dagirkirina Xezzeyê pesend bike.

Li gorî Radyoya Artêşa Îsraîlê, Serfermandarê Îsraîlê Zamir wê îro bi Fermandariya Herêmî ya Başûr re bicive da ku planên dagirkirina Xezzeyê pesend bike.

Di raporê de hat diyarkirin ku plan "ne tenê bi valakirina niştecihên bajêr ve sînordar e wekî ku berê hatibû gotin, lê di heman demê de dorpêçkirina tevahî û kontrola operasyonel a bajêr jî dihewîne."

Li gorî vê yekê, hat diyarkirin ku ji bo lezandina bernameyê, tê payîn ku êrîşa bejayî ya li navenda bajarê Xezzeyê di nav çend hefteyan de dest pê bike û Filistîniyan ji bajêr koç bikin.

Raportê herwiha destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê wê hingê neçar bimîne ku ji beşên axa ku li başûrê Xezzeyê kontrol dike vekişe ku tê texmînkirin ku wê ji bo Filistîniyên koçber bibin "herêmeke mirovî ya nû" ji bo penagehê.

Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.