Zelenskyy li Qesra Spî bi Trump û rêberên Ewropî re dicive

PeyamaKurd - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy wê sibê li Qesra Spî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive. Tê payîn ku Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen û herwiha rêberên Almanya, Fransa, Keyaniya Yekbûyî, Fînlandiya û Îtalyayê beşdarî lûtkeyê bibin.
Seroka Komîsyona Ewropayê von der Leyen li ser medyaya civakî ragihand, "Ez ê îro piştî nîvro li Brukselê mazûvaniya Zelenskyy bikim. Em ê bi hev re beşdarî Hevpeymaniya Îradeyan bibin. Li ser daxwaza Serok Zelenskyy, ez ê sibê beşdarî civîna bi Serok Trump û rêberên din ên Ewropî re li Qesra Spî bibim."
Herwiha hate ragihandin ku Şansolyeyê Alman Friedrich Merz wê ji bo lûtkeyê biçe Washingtonê. Berdevkê Serokwezîr diyar kir ku serdan "ji bo danûstandina agahiyan bi Trump re piştî civîna wî ya bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re li Alaska ye."
Qesra Elysee piştrast kir ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî wê beşdarî civînê bibe. Hat ragihandin ku Serokê Fînlandiyayê Alexander Stub wê di civîna li Washingtonê de amade be. Medyaya Îtalyayê ragihand ku Serokwezîr Giorgia Meloni betlaneya xwe kurt kiriye da ku vegere Romayê û dest bi amadekariyên sefera xwe ya bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kiriye.





