Medya Erebî: Tirs heye rejîma Sûriyê ji ya berê tundtir bibe

Medya Erebî: Tirs heye rejîma Sûriyê ji ya berê tundtir bibe

PeyamaKurd- Rojnameya Independent a erebî daye xuyakirin ku Sûriye bi destpêkirina qonaxa veguhêz re niha ezmûneke jiyanî derbas dike û tirs heye rejîma totalîter a berê bi rejîmeke tundrawtir were veguhertin.

Rojnameyê daye zanîn "Serkeftina qonaxa veguhêz girêdayî hêz û karîna rêveberiya nû, bi serokatiya Ehmed Şera ye ku 'li şûna tirsa hilweşînê, hêza pêkanîna destkeftiyan nîşan bide."

Li gorî rojnameyê divê dewlet hevbeş a cihêrengiya Sûriyeyê temsîl bike, “ne dewleteke ku ramanên îdeolojîk bi hêz dike were avakirin."

Rojnameyê destnîşan kir, divê “rihê şoreşê vegere û xebata ji bo avakirina saziyên dewletê" were kirin. Herwiha hate diyarkirin: "Hêza serdest divê mentiqa dewletê qebûl bike, ne mentiqa şer, ji ber ku her desthilatdariyek li ser tundrawiya îdeolojîk ava bibe dê deriyê şerekî navxweyî veke.”

Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.