DYAyê dayîna vîzeyên mêvanan ji bo xelkê Xezzeyê rawestand

PeyamaKurd - Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ragihand ku wan hemû cureyên vîzeyên mêvanan ji bo xelkê Xezzeyê rawestandiye.
Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser platforma medyaya civakî ya X a li Amerîkayê daxuyaniyek weşand.
Hat ragihandin ku dayîna hemû cureyên vîzeyên mêvanan ji bo xelkê Xezzeyê hatiye rawestandin.
Daxuyanî wiha ye:
"Di demekê de ku em nirxandinek tevahî û berfireh a pêvajo û prosedurên ku di dayîna hejmareke sînorkirî ya vîzeyên bijîşkî û mirovî yên demkî de hatine bikar anîn dikin, em hemû vîzeyên mêvanan ji bo kesên ji Xezzeyê rawestînin."





