PDK-Sê salvegera PDKê li Serok Barzanî pîroz kir

PDK-Sê salvegera PDKê li Serok Barzanî pîroz kir

PeyamaKurd- Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya (PDK-S), Mihemed Îsmaîl, bi boneya 79emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî Serok Mesûd Barzanî û mekteba siyasî û komîta navendî yên PDKê kir.

Mihemed Îsmaîl di nameya xwe de got, “Ev boneya mezin, di pêvajoya xebata gelê me û PDK de, weke westgeheke dîrokî ya girîng e, ku gelek qurbanî ji bo berevanîkirin di ber mafên gelê Kurdistanê û bicîkirina hêviyên wan de pêşkêş kirine.”

Sekreterê PDK-Sê tekezî li ser rola mezin a Partiya Demokrata Kurdistanê di piştgiriya doza Kurdistanê de kir û diyar kir, ev rol pabendiyê bi nirxên azadî û dadweriyê dide xuyakirin, herwiha yekrêziya Kurdî li tevaya deverê bihêztir dike.

Mihemed Îsmaîl got, “Em germtirîn pîrozbahîyê ji serkirdayetiya Partî, endam, cewamer pêşmerge û malbatên şehîdan re dişînin, ku ji me re cihê şanaziyê ne.”

Ev nivîs 130 car hatiye xwendin.