Li Mûsilê goreke komî ya mezin a Kurdên Êzidî hate dîtin

Li Mûsilê goreke komî ya mezin a Kurdên Êzidî hate dîtin

PeyamaKurd- Medya Iraqê ragihand ku tîmên edlî yên taybet ên bajarê Mûsilê vê sibehê dest bi kar kirine û li Goristana Hasfayê goreke komî ya mezin derxistine holê.

Li gorî agahiyan, gora komî dibe ku yek ji gorên komî yên herî mezin be ku heta niha hatine tespîtkirin.

Li gorî rayedarên iraqî, hestiyên hatine dîtin dibe ku yên sivîlên Êzidî bin ku sala 2014an li Şengalê û derdora wê ji aliyê DAIŞê ve hatibûn komkujkirin. Hestiyên ku hatine dîtin, ji bo tespîtkirina nasnameya wan, wê ji Saziya Tipa Edlî ya li Bexdayê re bêne şandin.

Ev gora komî ya nû hatiye tespîtkirin, weke delîleke din a qirkirina Kurdên Êzidî bi destê DAIŞê nîşan dide.

Ev gora komî ya li Goristana Hasfayê yek ji dehan gorên komî yên Êzidiyan e ku li xaka Iraqê ne û hîn jî nehatine vekirin.

Ev nivîs 120 car hatiye xwendin.