Sûriye | Fermandarekî koma ku Tirkiye piştevaniya wê dikir hate kuştin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Fermandarê berê yê Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ya ku Tirkiyê piştgiriya wê dike li bajarê Ezaz ê Sûriyê hate kuştin.
Li gorî nûçeya medya Sûriyê, fermandarê berê yê Koma Artêşa Neteweyî ya Sûriyê ya ku Tirkiyê piştgiriya wê dike bi navê Farûk Ebû Bekir li ber Zanîngeha Helebê ya bajarê Ezazê hate kuştin.
Li gorî çavkaniyên SOHRê, ev kuştin piştî çend rojan li ser girtina Fermadarê Firqeya Mûtasîm Saad Ebas rû daye ku bi tometa revandin û bazirganîya bi madeyên hişbir hatibû girtin.
Heman çavkanîyê daye zanîn, Farûk Ebû Bekir kesekî nêzîkî Saad Ebas e û ew jî bi hewldanên encamdana derbeya leşkerî di nav firqeyê de, bi bazirganiya madeyên hişbir dihate tometbarkirin.
Ev nivîs 147 car hatiye xwendin.




