Toza ji Iraqê tê bi ser Herêma Kurdistanê de bariya

Toza ji Iraqê tê bi ser Herêma Kurdistanê de bariya

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Herêma Kurdistanê ketiye bin bandora pêlek tozbarînê ku ji çolterên Iraqê dest pê kiriye û dûrahiya dîtinê kêm kiriye.

Rêveberiya Giştî ya Keşnasî û Erdhejzaniyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, pêleke tozbarînê ya ji Iraqê dest pê kiriye, gihîştiye Herêma Kurdistanê û bûye sedema kêmbûna dûrahiya dîtinê ku tê pêşbînîkirin, bandora vê pêlê herî zêde li ser îdareya Germiyanê çêbibe.

Li gorî daxuyaniyê, ji ber tozbarînê dûrahiya dîtinê li herêmê di navbera 5 heta 8 kîlometreyan de kêm bûye.

Pêşbînî tê kirin ku îro û sibe esmanê Herêma Kurdistanê sayî û bi toz be. Hate diyarkirin ku bandora tozbarînê dê li gorî navçeyan û demê biguhere; carnan dê kêm bibe û carnan jî dê zêde bibe. 

Wê bandora tozbarînê herî kêm li Duhok û Zaxoyê çêbibe. Li aliyê din, Desteya Keşnasiyê ya Iraqê hişyarî li ser hebûna pêleke tozbarînê û bilindbûna pileya germê da. Li Herêma Kurdistanê li gorî parêzgehan pileyên germî di navbera 44 û 40î de ne.

Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.