SOHR: Di Tebaxê de DAIŞê 14 caran êrîşî HSDê kir

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku çekdarên DAIŞê ji destpêka meha Tebaxê ve, bi dehan êrîş li navçeyên Hêzên Sûriya Demokratîk pêk anîne û di encamê de bi dehan kes bûne qurbanî.
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) eşkere kir, DAIŞê vê mehê 14 êrîş li navçeyên HSDê pêk anîne û di encamê de 20 kes bûne qurbanî.
SOHRê diyar kir, DAIŞê 12 ji wan 14 êrîşan li Dêra Zorê pêk anîne û ew parêzgeh weke cihê sereke yê DAIŞê hate binavkirin ku ew çekdar erdnîgariya zehmet a wê bikar tînin.
Herwiha SOHRê destnîşan kir, DAIŞê îsal 153 êrîş li navçeyên Hêzên Sûriya Demokratîk pêk anîne û di encamê de 56 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.




