Îsraîl îro dest bi veguhestina xelkê Xezeyê dike

PeyamaKurd- Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee, piştî biryara kabîneya ewlehiyê ya berfirehkirina operasyonên li Xezeyeyê ragihand ku îro roja Yekşemê ew ê kon û pêdiviyan li xelkê Xezeyê belav bikin ji bo bikaribin li başûrê Kerta Xezeyê bi cih bibin.
Avichay Adraee ji ser hesabê xwe yê Xê da xuyakirin, "Li ser erkdariya asta siyasî û amadehiya artêşa Îsraîlê ji bo veguhastina Xezeyiyan ji herêmên şer ji bo başûrê Kerta Xezeyê û misogerkirina selametiya wan, ji sibê (Roja yekşemê) ve, em dê kon û pêdiviyên stargehê bidin xelkê herêmê.”
Berdevkê Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku alîkarî piştî ku ji aliyê karmendên desteya deriyên sînorî û Wezareta Parastinê ve bên kontrolkirin dê ji Deriyê Kerem Şalomê bi rêya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên din ên alîkariyê ve bên veguhastin.
Adraee diyar kir ku artêş dê li gorî yasaya navneteweyî operasyonên xwe bidomîne.
Hêjayî gotinê ye, biryare di çarçoveya vê planê de, di nava 5 mehan de nêzîkî milyonek Xezeyî ber bi başûrê bajêr an jî kampên navendî ve bên veguhastin. Piştî veguhastinê, tê plankirin ku li bajêr dorpêç û operasyoneke bejayî dest pê bike.
Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.




