Netanyahu bi fermî mercên agirbesta Xezzeyê ragihand

Netanyahu bi fermî mercên agirbesta Xezzeyê ragihand

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu wekî şertek ji bo agirbesta li Xezzeyê destnîşan kir ku Hamas divê hemû roket û çekan berde û herwiha avakirina desthilatek îdarî ya demkî.

Netanyahu bi fermî mercên ku wî ji bo agirbesta li Xezzeyê daniye eşkere kir.

Di daxuyaniyek ji ofîsa Netanyahu de hat gotin ku yek ji şertên Serokwezîr ew e ku Hamas divê hemû roketan berde û hemû çekan radest bike.

Herwiha hat gotin ku şertek din jî avakirina desthilatek demkî ye ji bo rêvebirina Xezzeyê.

Rojnameya El-Şerq el-Ewsat, bi îdiaya çavkaniyên Hamasê ragihand ku Hamasê pêşniyara agirbesta 60 rojî ya Xezzeyê qebûl kiriye û aliyên navneteweyî ji pêşniyarê hatine agahdarkirin.

Ev nivîs 75 car hatiye xwendin.