Medya Amerîkî: Trump dixwaze bi Pûtîn û Zelenskiy re lûtkeya sêqolî li dar bixe

Medya Amerîkî: Trump dixwaze bi Pûtîn û Zelenskiy re lûtkeya sêqolî li dar bixe

PeyamaKurd- Medya Amerîkayê îdia kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dixwaze bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokê Ukraynayê Vladîmîr Zelenskiy re hevdîtinek sêalî pêk bîne.

Li gorî îdîayan, piştî hevdîtina wî ya roja înê ya li Alaska ya Amerîkayê bi Pûtîn re, Trump bi rêya telefonê bi Zelenskiy û serokên din ên Ewropî re axivîye û gotiye, ew dixwaze hevdîtineke sêalî ya 22yê Tebaxê bi serokên Rûs û Ukraynî re pêk bîne.

Li gorî medyaya Amerîkayê, di pêwendiyên telefonê yên bi serokên Ewropayê re, Trump pêşniyar kiriye ku peymaneke aştiyê were gotûbêjkirin ku Ukrayna dê hebûna xwe ya leşkerî li herêma Donbasê, ku beşek di bin kontrola artêşa Rûsyayê de ye, bi dawî bike û herêmê radestî Rûsyayê bike.

Herwiha hatibû destnîşankirin ku Pûtîn di berdêla dayîna herêma Donetskê bo Rûsyayê, wê Pûtîn şer û pevçûnên li eniyên şer ên li herêmên Zaporijya û Xerson ên li başûrê Ukraynayê rawestîne.

Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.