HSD: 4 endamên me yên ku li Dêra Zorê hatibûn revandin, hatin rizgarkirin

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku çar endamên wan ên ku li rojhilatê Sûriyê hatibûn revandin, di operasyoneke serkeftî de hatine rizgarkirin.
Li gorî daxuyaniya HSDyê, şaneyeke ku tê gumankirin ser bi rêxistina DAIŞê ve be, roja Çarşemê çar endamên HSDê revandibûn. Bûyer dema ku ew endamên li betlaneyê bûn û serdana navendeke tenduristiyê li bajarokê Xeranîcê rojhilatê Dêra Zorê dikirin, qewimîbû.
HSDyê herweha tekez kir ku operasyonên wan li dijî vê şaneya terorîst dê li bajarokê Xeranîcê bidomin heta ku bi temamî bê jinavbirin.
Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.




