Şewatên Sûriyê 3 rojin didomin: Ji Rojava agirkuj têne şandin

Şewatên Sûriyê 3 rojin didomin: Ji Rojava agirkuj têne şandin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku şewatên li daristanên çiyayên di navbera Laziqiyê û Hema ya Sûriyê de 3 rojin hîn nehatine vemirandin. Rêveberiya Rojava jî biryar da ku tîmên agirkujiyê bo piştevaniya vemirandina şewatan bişîne peravên Sûriyê.

Hate diyarkirin ku ji ber erdnîgariya dijwar û tengbûna rêyan zehmetî di vemirandina agir de derdikevin.

Şewata ku ev 3 rojin berdewam dike, herêmên Eyn El Kirûm, Tahûnet El Helawa, Ebû Kilîfon ên gundewarên Hemayê û gundên Enab heya daristanên Şethayê dane ber xwe.

Li herêma Nebîn û Şecera yên gundewarên Laziqiyê jî şewat metirsîyê li ser daristanên Kefreya û Broma yên Cebel El Ekrad dikin.

Hate diyarkirin, ji ber bayê dijwar, bilindbûna pileyên germahiyê, erdnîgariya dijwar û bermahiyên şer xwegihandina cihên şewatan zehmet e.

Ev nivîs 114 car hatiye xwendin.