Tirkiyê hejmara Sûriyên vegeriyane û mane eşkere kir

PeyamaKurd- Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku li gorî amarên Serokatiya Rêveberiya Koç û Koçberan, ji destpêka hilweşîna rejîma Esed ve 411 hezar û 649 penaberên Sûrîyê bi awayekî dilxwazî vegeriyane welatê xwe.
Rêveberiya Koç û Koçberiyê ya Tirkiyê diyar kiriye, ji sala 2016an ve milyonek û 151 hezar û 652 koçber ji Tirkiyê vegeriyane.
Herwiha hate gotin ku koçberên Sûriyê yên di bin parastina demkî de li Tirkiyê navên wan tomarkirî ye jî hejmara wan 2 Milyon û 543 hezar û 711 kes in.
Ev nivîs 118 car hatiye xwendin.




