Îran û Îsraîl xwe ji bo şerekî nû amade dikin

Îran û Îsraîl xwe ji bo şerekî nû amade dikin

PeyamaKurd – Piştî agirbesteke 50 rojî ya bi navbeynkariya Amerîkayê, aloziya di navbera Îran û Îsraîlê de careke din zêde dibe. Her du alî asta hişyariya xwe ya leşkerî bilind dikin û ji bo pêleke nû ya êrîşan amadekariyan dikin.

Li gorî çavkaniyên Îranê ku ji ajansa nûçeyan a Siûdî Esharq El-Ewset re axivîne, Supaya Pasdaran a Şoreşa Îranê fermana seferberiya giştî daye. Ev ferman bi taybetî piştî bidawîbûna merasimên Erbeînê ketiye meriyetê. Heman çavkanî diyar dikin ku Îran li bendê ye binesazî û santralên elektrîkê bibin hedefên sereke yên êrîşeke mihtemel a Îsraîlê.

Ji aliyê din ve, Îsraîl jî amadekariyên xwe zêde dike. Fermandarê Parastina Sivîl, Kolonel Şomî Ben-Yaîr, ragihand ku hêzên wan ji bo "destpêkirina qonaxeke nû ya şer bi Îranê re" amade ne. Ev daxuyanî piştî tetbîqatên leşkerî yên vê dawiyê yên Îsraîlê hat, ku ji bo amadekariya li hemberî êrîşeke ji nişka ve ya Îranê hatibûn lidarxistin.

Ev geşedanên dawî nîgeraniyan li ser îhtîmala şerekî berfireh li herêmê zêde dike.

Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.