Serok Barzanî bi Mehmûd el-Muslet re rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê gotûbêj kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro li Pîrmamê pêşwazî li kesayetiyê siyasî yê Sûriyeyê Mehmûd el-Muslet kir. Di hevdîtinê de, rewşa siyasî û ewlekarî ya li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê nirxandin.
Li gorî daxuyaniya ji baregeha Serok Barzanî, her du aliyan derbarê pêşhatên dawî yên li herêmê, bi taybetî jî rewşa li Rojavayê Kurdistanê, danûstandin kirin.
Di hevdîtinê de girîngiya handana Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û hikûmeta Şamê ji bo peydakirina rêyên diyalogê û qebûlkirina hevdu hate tekezkirin, da ku pirsgirêk werin çareserkirin û zehmetî werin derbaskirin.
Herweha hat gotin ku divê nakokiyên di navbera aliyan de nebin sedema şer û pevçûnên di navbera Kurd û Ereban de.
Mehmûd el-Muslet kesayetiyekî siyasî yê navdar ê Sûriyeyê ye ku di platformên opozîsyonê û hewlên diyalogê de roleke wî heye.
Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.




