Otomobîlekî li parlementerê berê yê Muğlayê Ali Boğa xist û can da

PeyamaKurd – Parlementerê berê yê dewra 24em yê AKPyî yê bajarê Muğlayê Ali Boğa, li navça Fethiyê di wexta ji terefekî rê diçû terefê din da ji malbatê re nan bikire, otomobîlekî lê xist û dema tîmên tendureistiyê çûn ciyê bûyerê dîtin ku Ali Boğa can daye.
Bûyer li ser rêya Fethiye-Antalya li devera Karaçulha qewimî.
Tîmên polîsan ajotvanê otomobîlê V.K. xistin binçav. Li ser qezayê parlementerê AKPê yê Muğlayê Yakup Otgöz, şaredarê navça Seydikemerê Önder Akdenizli, qeymeqamê Fethiyê Fatih Akkaya, rêvebirên AKPê yên bajêr û navçan tev çûn ciyê bûyerê.
Ev nivîs 147 car hatiye xwendin.




