Trump spasiya Serokê Belarûsê kir: Dixwazim rûbirû hevdîtinê bikim

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump, ji ber berdana 16 girtiyên siyasî li Belarûsê, spasiya Serokê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko kir û got, "Hêvî dikim ku ez bi Lukaşenko re rûbirû hevdîtinê bikim."
Donald Trump, bi Serokê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko re bi rêya telefonê axivî.
Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî behsa girtiyên siyasî yên Amerîkî yên li Belarûsê kir û got, "Me bi Lukaşenko yê hêja re axaftineke pir baş kir. Min jê re ji ber berdana 16 girtiyan spas kir. Herwiha em li ser serbestberdana 1300 girtiyên din jî di pêşerojê de axivîn. Me behsa gelek mijaran kir, di nav de serdana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ya Alaska. Ez herwiha hêvî dikim ku di pêşerojê de bi Lukaşenko re rûbirû hevdîtinê bikim."
Ev nivîs 128 car hatiye xwendin.




