Li Rihayê jin û mêrek li mala xwe kuştî hatin dîtin, keça wan a 5 salî jî winda ye

Li Rihayê jin û mêrek li mala xwe kuştî hatin dîtin, keça wan a 5 salî jî winda ye

PeyamaKurd – Li navçeya navendî ya Rihayê, Xelîlîiyeyê jin û mêrekî ciwan ên bi navê Sînan (30) û Kadriye Ejder (27) li mala xwe bi guleyan kuştî hatin dîtin. Keça wan a 5 salî ya bi navê Dîcle jî winda ye û ji bo dîtina wê xebat hatine destpêkirin.

Bûyer li Taxa Yavuz Selîm ya navçeya navendî ya Rihayê, Xelîlîiyeyê qewimî. Gava ku xizmên malbata Ejder demekê agahî ji wan negirtin, bi fikar bûn û hatin mala wan. Ji ber ku derî nehat vekirin, rewş ji polîs, tîmên tenduristiyê û îtfaiyeyê re ragihandin. Tîmên ku bi alîkariya îtfaiyeyê ketin hundirê malê, rastî cenazeyê Sînan û yê Kadriye Ejderê hatin ku bi guleyan hatibûn kuştin.

Piştî lêkolîna destpêkê ya li cihê bûyerê, hat dîtin ku keça zewacê ya 5 salî, Dîcle jî li malê nîne. Ev yek bû sedema fikareke mezin û polîsan tavilê ji bo dîtina keçika biçûk dest bi operasyoneke lêgerînê kir.

Cenazeyê Sînan û yê Kadriye Ejderê ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.

Derbarê vê bûyerê de, lêpirsînek hat destpêkirin da ku kujer  bên girtin û çarenivîsa Dîcleya biçûk were ronîkirin.

Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.