Li Şêxanê hejmara qurbaniyên tankera benzînê gihîşt 3 kesan

Li Şêxanê hejmara qurbaniyên tankera benzînê gihîşt 3 kesan

PeyamaKurd – Li parêzgeha Dihokê, di bûyereke diltezîn de ku li navçeya Şêxanê qewimî, hejmara kesên ku di encama ketina nav tankereke benzînê de jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 3 kesan.

Bûyer roja Pêncşemê êvarê dest pê kir, dema ku zarokekî 13 salî yê bi navê Mistefa Zennûn ket nav tankerê. Di hewldana rizgarkirina wî de, bavê wî Zennûn Yûnis û piştre jî xizmekî wan ê bi navê Bessam Amir, yek li pey yê din ketin nav tankerê.

Ji ber gaza jehrî ya di nav tankerê de, hewldana rizgarkirinê veguherî karesatekê. Bi giştî 6 kes di dema hewldana alîkariyê de bi jehrê ketin û ji tankerê hatin derxistin.

Hat ragihandin ku,Zennûn Yûnis, li cihê bûyerê canê xwe ji dest da. Kurê wî Mistefa duh, roja Înê li nexweşxaneyê can da û îro roja Şemiyê jê qurbaniyê 3yem, Bessam Amir, jiyana xwe ji dest da.

Qaymeqamê Şêxanê, Serdar Şêx Yehya, nasnameya her 3 qurbaniyan piştrast kir.

Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.