Nêçîrvan Barzanî: Heta pêkanîna xewnên gelê Kurdistanê PDK dê rêya xwe bidomîne

Nêçîrvan Barzanî: Heta pêkanîna xewnên gelê Kurdistanê PDK dê rêya xwe bidomîne

PeyamaKurd – Bi helkefta 79emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, peyamek belav kir. Wî di peyama xwe de tekez kir ku PDK dê bi îradeyeke xurt rêya xwe bidomîne "heta ku hêvî û xewnên gelê Kurdistanê pêk bîne."

Di peyama xwe de, ku îro 16ê Tebaxa 2025an hat weşandin, Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Serok Mesûd Barzanî, malbatên şehîdan, endam û alîgirên partiyê û tevahiya gelê Kurdistanê kir.

"Pêdiviyeke dîrokî û berpirsiyariyeke mezin"

Nêçîrvan Barzanî damezrandina PDKyê wek "pêdiviyeke jiyanî" di şert û mercên dijwar ên wê serdemê de bi nav kir û got, "Îro, li gorî dîroka xwe, hebûna xwe ya li ser erdê, rol û pozîsyona xwe, berpirsiyariya herî mezin ji bo anîna gelê Kurdistanê bo cihekî ewle li ser milê PDKyê ye."

"Banga yekrêzî û nûbûnê

Cîgirê Serokê PDKyê li ser girîngiya yekîtî û hevahengiyê di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de sekinî û ev yek wek erkekî dîrokî ji bo derbaskirina pirsgirêkan pênase kir. Wî herwiha got ku pêwîst e PDK "bi berdewamî xwe bi pêdiviyên serdemê, pêşkeftinê û pêdiviyên civakê nû bike" da ku wek her carê bibe "dînamoya hêvî, ewlehî, jiyan û pêşkeftinê."

Di dawiya peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî rêberê nemir Mele Mistefa Barzanî û hemû şehîdên riya azadiyê bi rêzdarî bi bîr anîn û soza berdewamkirina xebatê ji bo bidestxistina armancên bilind ên gelê Kurdistanê dubare kir.

Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.