SilentWingê 4 milyar dolar veberhênanê kir şîrketa Rook AIyê

SilentWingê 4 milyar dolar veberhênanê kir şîrketa Rook AIyê

PeyamaKurd – Şîrketa zeka çêkirî ya Tirkiyê ya bi navê Rook AI, di sala yekem damezrandina xwe de giha bihayê 100 milyon dolarî û şîrketa Slient Wingê ya Estonyayê bi miqdarê 4 milyar dolarê veberhênan ji bo Rook AIyêkir.

Şîrket, bi çareserkirina zeka çêkirî di bazara global de dixwaze mezin bibe. Şîrketa Rook AI, di Hezîrana 2025an de hat avakirin û avakerên wê İsmail Safa Turan û Haydar Mermertaş in. Di wextekî kurt de karibûn bala veberhênerên global bikşînin ser xwe.

Şîrketa Rook AI ji bo karên kargehan zêdetir baş bike, sîstemên zeka çêkirî pêş dixe. Bi taybetî sîstemên otomasyonê, mekanîzmayên biryarê yên destekê, analîtîka muşteriyan û bişkavtina segmentasyonan dike, ji wan re nivîsandinan pêşkêş dike, hecma firotina alavên şîrketan zêde dike. Ji muşteriyên xwe re çareseriyên taybet pêşniyar dike.

Li ser xebata şîketê, damezrênerê Rook AIyê İsmail Safa Turan xebata xwe weha ragihand:

“Em ne tenê hilberîna tenolojiyê dikin. Li gor muşteriyên xwe di pêvajoya entegrê de çareseriya zekayê dikin. Em tev, barê karê xwe ne tenê sivik dikin lê bileztir, bi aqil û mezinbûna ku bi şiyan be, destekê didinê.

Em di pêvajoya bazarê de jî destekê didin muşteriyan. Bazara dîjîtal, di Meta, Google û TikTokê de kampanyayan dikin û bi wan re dibin yek…Em teknolojiya xwe ji bo mirovahiyê û berjewendiyên xwezayê bikartînin.”

Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.