Li Îranê navenda asayîşê rastî êrîşê hat: Polîsek hat kuştin

PeyamaKurd- Medya Îranê ragihandiye ku îro 10ê Tebaxê danê sibehê di encama êrîşeke çekdarî ya li ser navendeke polîsan ya li bajarê Serwanî ya dikeve Başûr Rojhilatê Îranê de, polîsek hate kuştin û efserek jî birîndar bû.
Hate diyarkirin, di bûyerê de 3 çekdarên êrîş kirine jî hatine kuştin. Heta niha ti komekê berpirsyartiya êrîşê negirtiye ser xwe.
Hêjayî gotinê ye di 26ê TîrmehXê jî li dijî avahiya Dadgeha Zahîdan ya Îranê êrîşek hatibû kirin û di encamê de 6 kes miribûn û 22 kes jî birîndar bûbûn.
Wê demê koma çekdar ya bi navê Ceyş El Edl (Artêşa Dad û Wekheviyê’ berpirsyartiya êrîşê girtibû ser xwe.
Li gorî agahiyan koma bi navê Ceyş El Edl ango (Artêşa Dad û Wekheviyê) komeke çekdar a mûxalifên Hikûmeta Îranê ye û ev kom xwe li parêzgeha Sîstan-Belûçistanê ya Îranê wekî “parêzvanê mafên Suniyan” dide nasîn.
Ev nivîs 128 car hatiye xwendin.




