Erdhejek bihêz li Balikesirê: Stenbol jî hejiya!

PeyamaKurd - Li Balikesirê erdhejek çêbû, navenda wê li Sindirgiyê bû.
AFAD (Serokatiya Rêveberiya Karesat û Awarte) mezinahiya erdhejê ku saet di 7:53ê êvarê de çêbû û navenda wê li Sindirgiyê bû, wekî 6.2 ragihand.
Erdhej ku di kûrahiya nêzîkî 10 kîlometreyan de çêbû, yek deqîqe dom kir. Heta niha di derbarê wendahiyên can an milkê de tu rapor nehatiye weşandin.
Li gorî agahiyan, erdhej li Stenbol û Bursayê bi tundî hatiye hîskirin.