Dadgeha Kerkûkê giliyê Erebên çav berdane zeviyên Kurdan qebûl kir

Dadgeha Kerkûkê giliyê Erebên çav berdane zeviyên Kurdan qebûl kir

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Dadgeha Kerkûkê giliyê wah Erebên hawirde yên li nahiyeya Sergeranê dixwestin dest deynin ser zeviyên Kurdan qebûl kiriye û doza li ser 3 cotkarên Kurd hatiye vekirin.

Nûnerê Cotkarên Sergeranê Mihemed Emîn, ji Rûdawê re gotiye, "Em çûn Dadgeha Dubzê, îro dadwer rûniştin taloqî 25ê Tebaxê kir."

Cotkarê Kurd gotiye, berê wan sê cotkaran doz di berjewendiya xwe de bi dawî anîbû, lê Erebên hawirde daxwaza pêdaçûnê kirine û îro rûniştina yekem hatiye lidarxistin.

Mihemed Emîn li ser giliyê hatiye kirin got, “Her sê cotkar li gundên Serbeşxax û Şenaxeyê li ser zeviyên xwe kar dikin lê Erebên hawirde dibêjin, wan zêdegavî li ser zeviyên wan kiriye.”

Hêjayî gotinê ye, ji dema bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ve Erebên hawirde yên li parêzgeha Kerkûkê û Wezareta Parastinê ya Iraqê, bi hinceta xwedîtiya zeviyên Kurdan, bi dehan caran rê li ber Kurdan girtine û rê nedane li ser zeviyên xwe çandiniyê bikin.

Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.