Parlamenterê PDKê: Şerê milîsan û Sûdanî ji bo xapandina Amerîkayê ye

PeyamaKurd- Parlamenterê berê yê PDKê di Parlamentoya Iraqê de Îdrîs Îsmaîl, li ser şerê medyayî yê navbera milîsên Hizbullaha Iraqê û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî got ku ‘ew senaryoyeke ji bo xapandina Amerîkayê’ ye.
Îsmaîl ji BasNewsê re daye xuyakirin, “Nakokiya di navbera milîsên Hizbullaha Iraqê û Mihemed Şîya Sûdanî û hikûmeta federal de senaryoyeke ji bo xapandina Amerîkayê ye. Hîn jî piştevanê serekî yê wan milîsan Sûdanî û hikûmeta wî ye.”
Îdrîs Îsmaîl diyar kir: "Şerê li ofîseke çandiniyê li Bexdayê lîstikek bû ji bo kêmkirina zexta li ser hikûmeta federal û fikirîna ku hikûmeta federal bi tundî li dijî milîsan e, di heman demê de ku her meh hikûmeta Sûdanî bi sedan mîlyon dolar mûçe û lêçûnên cûrbecûr pêşkêş dike. Ew bazirganiya neqanûnî û sûcên milîs û milîsên ku bi dronan êrîşî Herêma Kurdistanê dikin vedişêre."
Îsmaîl da zanîn: "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê baweriya xwe bi vê senaryoyê nayîne û hêvî dike ku hikûmeta federal li ser erdê ango pratîkî gav bavêje û ji bo jiholêrakirina milîsên Heşdî Şeibî bixebitin."
Di dawiyê de jî got: "Ev rewş dê ji bo Iraq û Erebên Şîe yên desthilatdar serkeftî nebe. Di dawiyê de, ne Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û ne jî Îsraîl dê karanîna çavkaniyên Iraqî ji bo xurtkirina hin milîsên ku bi eşkere ewlehî û berjewendiyên wan tehdît dikin qebûl nakin."
Ev nivîs 115 car hatiye xwendin.




