Rûfatên 22 Êzidiyên Şingalê radestî malbatan hatin kirin

PeyamaKurd- Termên 22 qurbaniyên Êzidî yên ku di dema jenosîda sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hatibûn kuştin, radestî malbatên wan hatin kirin.
Li malên qurbaniyan, wêne û bîranînên kesên ku bi hovane hatine kuştin, li ser dîwaran hatine daliqandin. Kesûkarên qurbaniyan, bi çavên tijî rondik, behsa êş û hesreta xwe dikin û bi salan e li benda vegera hestiyên ezîzên xwe ne da ku bikaribin bi merasîmekê wan bispêrin axê.
Emel Husên ku xizmeke qurbaniyan got: "Em dixwazin hestiyên wan bînin û li goristanekê veşêrin da ku em bizanibin cihê wan li ku ye. Em dixwazin di cejnan de û di bîranînan de biçin ser gorên wan."
Dayikeke din a bi navê Neam Xelef ku mêr û birayên wê di komkujiyê de hatine kuştin diyar kir, "Hemû cîran û xizmên me bûn. Em dixwazin hemûyan bînin û bi hev re veşêrin."
Parlamentera Êzidî li Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl ku serdana malbatên qurbaniyan kir, rexne li hikûmeta Iraqê girt û ragihand, vekirina gorên komî û radestkirina terman ne qenciyek e, lê erkê sereke yê hikûmetê ye ku heta niha di vî warî de gelekî kêm maye.
Viyan Dexîl got: "Me çendîn car daxwaza vekirina hemû gorên bikomî kiriye. Ev erk li ser milê hikûmetê ye. Divê term bên derxistin, testa DNAyê ji wan re bê kirin û bi merasîmeke olî ya ku şayesteyî bên veşartin."
Li gorî amaran, heta niha li Şingalê nêzîkî 90 gorên komî hatine dîtin. Ji van, tenê 68 gor hatine vekirin û termên 174 qurbaniyan radestî malbatên wan hatine kirin. Herwiha, termên zêdetirî 100 qurbaniyên din jî li Bijîşka Dadî ya Bexdayê ne û li benda diyarkirina nasnameyê ne.
Malbatên qurbaniyên jenosîda Şingalê bi hêvî ne ku di demeke nêzîk de hemû gorên komî werin vekirin û çarenûsa bi hezaran kesên ku hîn jî winda ne, were eşkerekirin da ku êşa wan a bi salan piçekî sivik bibe.
Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.




