CPT: Piştî îmhakirina çekan Tirkiyê 18 caran êrîşî pêgehên PKKê kir

CPT: Piştî îmhakirina çekan Tirkiyê 18 caran êrîşî pêgehên PKKê kir

PeyamaKurd- Tîma Navbeynkariyê ya Xiristiyan (CPT) ya ku karên leşkerî, siyasî û aborî yên Tirkiyeyê yên li nav erda Herêma Kurdistanê dişopîne, amarên meha Tîrmehê eşkere kir.

CPT diyar kir, tevî ku PKKê çekên xwe îmha kir jî êrîşên artêşa Tirkiyê didomin û da xuyakirin, di navbera 1-31ê Tîrmehê de herî kêm 18 caran êrîşên asmanî hatine kirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, "Hêzên Tirk 29ê Tîrmehê operasyoneke nû ya bejahî da destpêkirin û karên xwe yên leşkerî dewam kir ku liv û tevgera sivîlan asteng dike û zirarê dide zeviyên çandiniyê."

Li gorî daxuyaniyê 17 ji êrîş li bejahiya Amediyê ya li bajarê Duhokê û êrîşeke bi droneyê jî li bajarê Silêmaniyeyê hatiye kirin.

CPT diyar kir ku 22yê Tîrmehê li Dargale Musa Bage ya li Amediyê, gel xwest li malên xwe vegere, lê belê ji aliyê leşkerên Tirkiyê yên li herêmê ve hatin astengkirin.

Ev nivîs 118 car hatiye xwendin.