Brîtanya: Piştî têkçûna DAIŞê li Iraqê pêwîstî bi Heşda Şeibî nemaye

Brîtanya: Piştî têkçûna DAIŞê li Iraqê pêwîstî bi Heşda Şeibî nemaye

PeyamaKurd- Hikûmeta Brîtanyayê bi awayekî fermî piştgiriya xwe ji bo helwesta Amerîkayê ya li dijî projeyasaya nû ya Heşda Şeibî eşkere kir. Balyozê Brîtanyayê yê Îrfan Sidîq got, bi têkçûna DAIŞê re, erk û pêwîstiya Heşda Şeibî jî nemaye.

Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Îrfan Sidîq, helwesta welatê xwe ya li hemberî redkirina projeyasaya Heşda Şeibî dubare kir û got: "Em di vê mijarê de piştgiriyê didin helwesta Amerîkayê."

Îrfan Sidîq diyar kir, Heşda Şeibî wek berteka li dijî gefên DAIŞê hatibû damezrandin, lê niha DAIŞ bidawî bûye, erkê Heşda Şeibî jî bidawî bûye û êdî Iraq pêwîstî pê nabîne.

Balyozê Brîtanyayê da zanîn, hikûmeta Iraqê bi xwe daxwaza bidawîkirina erka Hevpeymaniya Navdewletî kiriye bi hinceta ku êdî gefa terorê û DAIŞê li ser Iraqê nemaye. Sidîq got: "Ev yek bi awayekî zelal nîşan dide ku erkê Heşda Şeibî jî di vî warî de qediyaye."

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê jî roja 3ê Tebaxê ragihandibû, Berpirsê Karûbarên Balyozxaneyê Stephen Fagin bi Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoya Iraqê Muhsîn Mendelawî re civiya ye û fikarên xwe yên derbarê projeyasayê de anîne ziman.

Balyozxaneyê diyar kiribû, Amerîka bawer dike ku pesendkirina vê projeyasayê dê bandora Îranê li Iraqê zêdetir bike, komên çekdar ên tundrew bihêztir bike û ev yek dê bibe gefeke mezin li ser serweriya Iraqê.

Ev nivîs 119 car hatiye xwendin.