Anketa HBSê ya dawî: Encamên berbiçav derketin

Anketa HBSê ya dawî: Encamên berbiçav derketin

PeyamaKurd - Di anketekê de ku ji hêla HBS Research ve di navbera 30ê Tîrmehê û 3ê Tebaxê de hatiye kirin, namzetê CHPê yê girtî Ekrem Îmamoglû di tûra duyemîn de bi 12.6 puanan li pêş Erdogan e.

Anketa tûra duyemîn, ku di navbera Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê û namzetê serokatiyê yê CHPê Ekrem Îmamoglû ku ji 23ê Adarê ve di girtîgehê de ye û Serokkomarê Tirkiyê û Serokê AKPê Recep Tayyip Erdogan de hatiye kirin, ferqek 12.6 puanan nîşan daye.

Di anketa ku ji hêla HBS Research ve di navbera 30ê Tîrmehê û 3ê Tebaxê de hatiye kirin de, ji beşdaran hatiye xwestin ku di navbera Erdogan û Îmamoglû de yekî hilbijêrin. Ji sedî 56.3ê beşdaran dengê xwe dane Îmamoglû, ji sedî 43.7 jî dengê xwe dane Erdogan.

Li gorî marja xeletiya 2.2 puanan a anketê, cudahî di navbera her du namzedan de bêguher dimîne, her çend 2.2 puan li dengê Erdogan werin zêdekirin û 2.2 puan ji dengê Îmamoglû werin derxistin jî.

 
Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.