Ukraynayê êrîşî cihekî pîşesaziya Rûsyayê kir

Ukraynayê êrîşî cihekî pîşesaziya Rûsyayê kir

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku artêşa Ukraynayê bi dronên bombekirî êrîşî cihekî pîşesaziyê li nav erda Rûsyayê kiriye û zirareke mezin çêbûye.

Waliyê herêma Saratovê ya Rûsyayê Roman Busargin jî îro 10ê Tebaxê ragihand ku di êrîşeke bi dronan a Ukraynayê ya şeva borî de cihekî pîşesaziyê zirar dîtiye.

Busargin li ser Telegramê weşandiye diyar kir ku tîmên rewşên awarte çûn cihê bûyerê û zirarê sererast dikin. Lê derbarê asta ziyanan de ti agahî parve nekir.

Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.