Trump: Kesên bêmal ên li Washington, DC dijîn wê bên derxistin

Trump: Kesên bêmal ên li Washington, DC dijîn wê bên derxistin

PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ragihand ku kesên bêmal ên li Washington, DC dijîn wê ji bajêr werin derxistin û cihên jiyanê yên dûr ji wan re bên dayîn.

Trump li ser hesabê xwe yê Truth Social bi parvekirina wêneyên kesên bêmal ên ku li kêleka rê konan vedidan û li kolanan li Washington, DC dimînin, bertek nîşanî rewşê da.

Di posta xwe de, Trump ragihand ku ew ê sibê li Qesra Spî civîneke çapemeniyê li dar bixe û got, "Ez ê paytexta xwe ji her demê ewletir û xweşiktir bikim. Divê bêmal tavilê derkevin. Em ê ji we re cihên mayînê bidin, lê dûrî paytext."

Trump tekez kir ku ew ê zû sûcdaran bişîne zindanê.
Trump bal kişand ser kêmbûna koçberên neqanûnî yên ku sînor derbas dikin "ji mîlyonan ber bi sifirê" di mehên dawî de, diyar kir ku şandina sûcdaran bo zindanê wê hêsantir be.

Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.