Cîgirê Serokê Amerîkayê: Em ji fînansekirina şerê Ûkraynayê westiyane

Cîgirê Serokê Amerîkayê: Em ji fînansekirina şerê Ûkraynayê westiyane

PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance got ku ew dixwazin fînansekirina Ûkraynayê ya ji bo di şerê wê yê bi Rûsyayê re bi dawî bikin û li herêmê aştiyê bigerin.

Vance, beşdarî Fox Newsê bû û li ser şerê Rûsya û Ûkraynayê axivî û got, "Em ji fînansekirina şerê Ûkraynayê westiyane. Em dixwazin çareseriyeke aştiyane ji vê yekê re bibînin."

Vance diyar kir ku gelê Amerîkî ji ber bacên wan diçin vî şerî westiyane û divê welatên Ewropî berpirsiyariyê bigirin ser xwe.

Her weha diyar kir wan ev mijar di serdana xwe ya Brîtanyayê de anîne rojevê.

"Divê Ewropî ji bo fînansekirina vî şerî amade bin"

Vance got, "Tiştê ku me ji Ewropiyan re got zelal bû: Berî her tiştî, ev şer li ser pişta we ye, li ber deriyê we yê paşîn e. Lazim e ku hûn gav bavêjin û gavên mezintir bavêjin. Ger hûn ewqas bi vê pevçûnê re eleqedar dibin, divê hûn amade bin ku wê rasterast fînanse jî bikin."

Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.