Li Helebceyê di qezayeke trafîkê de 8 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li gundê Pirîsê yê bi ser parêzgeha Helebceyê ve di qezaya trafîkê de 8 kes birîndar bûn.
Îro, Rêveberiya Trafîkê ya Helebceyê di daxuyaniyekê de got: "Ajokarê otomobîleke Mercedes a li gundê Pirîsê yê Helebceyê kontrola xwe ji dest da û welgeriya û di bûyerê de ajokar û 7 rêwiyên di otomobîlê de birîndar bûn."
Hat ragihandin birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Lezgîn a Helebceyê û ji aliyê tîmên trafîkê ve jî lêpirsîn li ser qezayê hatiye destpêkirin.
Ev nivîs 74 car hatiye xwendin.




