HSDê bi piştevaniya hevpeymaniyê 2 terorîstên DAIŞ desteser kir

PeyamaKurd- Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku di encama operasyoneke bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî de, du endamên DAIŞê li bajarokê Holê yê parêzgeha Hesekê hatin girtin.
Hate diyarkirin ku operasyon roja 9ê Tebaxê ji aliyê Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî HSDê ve hatiye kirin û armanca sereke ya operasyonê têkbirina şaneyeke terorîst bû ku berpirsiyariya veguhestin û birêvebirina çavkaniyên aborî û kelûpelên lojîstîkî ji bo rêxistina DAIŞê li herêmê dikir.
Li gorî daxuyaniyê, ev şane di fînansekirina çalakiyên terorîstî û piştgiriya lojîstîkî ji bo şaneyên din ên veşartî de roleke girîng dilîst.
Di encama serdegirtinê de, du endamên şaneyê bi saxî hatin girtin ku navê wan; SEId Muxlif El Huseyn (Ebû Seyf) û Mihemed Şakir Muxlif bûye.
Di daxuyaniya YPGê belav kiriye de, hate destnîşankirin ku ev operasyon di çarçoveya hewldanên domdar ên HSDê de ye, ji bo têkoşîna li dijî terorê û misogerkirina ewlehî û aramiya herêmê li hember gefên terorîstî.
Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.




