Serok Barzanî pêşwaziya şanda şêx û rûspîyên Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwaziya şanda şêx û rûspîyên Iraqê kir

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî îro 11ê Tebaxê pêşwazîya şandeke payebilind a şêx û rûspiyên eşîrên parêzgehên Iraqê kir.

Baregeha Barzanî ragihand, di hevdîtinê de, Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mêvan kir û rola eşîrên Iraqê di parastina aştiya civakî û xurtkirina ruhê pêkvejiyanê de di navbera pêkhateyên welat de bilind nirxand.

Şanda mêvan jî tekezî li ser baweriya xwe ya bihêz a bi yekrêziya Iraqiyan kir û ev yek weke bingeha sereke ya seqamgiriyê bi nav kir. Herwiha endamên şandê diyar kirin ku diyalog baştirîn rê ye ji bo çareserkirina pirsgirêkan. Şandê piştevaniya xwe ji bo nêrîna Merceiyeta Bilind a Olî ya li Necefa Pîroz dûpat kir, ku tekez dike divê çek tenê di destê dewletê de be, yasa serwer be û dadwerî di navbera hemû welatiyan de pêk were.

Di heman çarçoveyê de, şanda mêvan her cure destêwerdanên derve di karûbarên navxweyî yên Iraqê de red kirin û destnîşan kirin ku gelê Iraqê xwedî wê şiyanê ye ku pirsgirêkên xwe bi rêya diyalog û hevdu-qebûlkirinê, dûrî berbendiyên herêmî û navdewletî, çareser bike.

Di dawiya hevdîtinê de, her du aliyan tekezî li ser berdewamiya hevahengî û pêwendiyan di navbera hemû pêkhateyên Iraqê de kirin. Beşdaran girîngiya xebata ji bo avakirina Iraqeke federal, aram û bextewar anîn ziman, ku tê de rûmeta hemû welatiyan ji Hewlêrê heta Besrayê û ji Mûsilê heta Nasiriyeyê were parastin.

Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.