Cenazê wezîrê berê yê Tenduristiyê yê Tirkiyê Halil Şivgin defin kirin

PeyamaKurd – Wezîrê berê yê Tenduristiyê yê Tirkiyê Halil Şivgin(75) li nexweşxana ku dihat dermankirin can da, li ber meclisa Tirkiyê TBMM) merasima cenazê wî hat kirin, li Mizgefta Kocatepe limêja wî kirin û birin goristana Altindağê ya bi navê Taxa Tatlarê û defin kirin.
Di merasima cenaze de mirov û malbata Halil Şivgin, serpereştên partiyên siyasî û wezîrên berê hebûn.
Halil Şivgin di dewra 17, 18 û 19em de di meclisa Tirkiyê de parlementerê Ankara bû, di hukumetên 46 û 47em de wezîrê tenduristiyê bû. Zewicandî û 3 zarokên wî hene.
Halil Şivgin bi nêrîna siyasî ji kadroyên berê yê MHPê bû. Lê dema Partiya Anavatanê hat damezrandin, yek ji damezrênerê partiyê bû ku Turgut Özal ji gelek fikran kesan anîbû cem hev û xistibû nava partiya xwe.
Ev nivîs 68 car hatiye xwendin.




