Namzedê serokatiyê ji aliyê ciwanekî 15 salî ve hate kuştin

Namzedê serokatiyê ji aliyê ciwanekî 15 salî ve hate kuştin

PeyamaKurd- Li Kolombiyayê, namzedê serokatiyê yê 39 salî Senator Miguel Uribe, ku di meha Tîrmehê de di dema axaftina mîtîngê de ji aliyê ciwanekî 15 salî ve bi çekê hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da.

Li Kolombiyayê namzedê serokatiyê yê 39 salî Senator Miguel Uribe di mîtînga li paytext Bogotayê de dema axaftina xwe dikir, rastî êrîşeke çekdarî hatibû û ji serê xwe giran birîndar bûbû.

Hevjîna Uribe, Mara Claudia Tarazona, li ser medyaya civakî mirina Uribe piştrast kir û ji bo jiyaneke bi evîn derbas kirine û bavekî baş bûye spasiya wî kir.

Namzedê serokatiyê yê 39 salî Uribe di 7ê Tîrmehê de di mîtîngek li Bogotayê de rastî êrîşê hatibû û ji du guleyan li serê wî û ji yek jî li lingê wî ketibû.

Gumanbarê 15 salî dema ji cihê bûyerê direviya hatibû girtin, lê tawana xwe red dike. Di çarçoveya lêpirsîna piştî êrîşê de, bi gumana alîkariya êrîşkar, çend kesên din jî hatibûn binçavkirin.

Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.