Îsraîlê êrîş ser gundekî sînorî yê Lubnanê kir

Îsraîlê êrîş ser gundekî sînorî yê Lubnanê kir

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê operasyoneke mezin a asmanî li ser gundê sînorî Kfar Kila yê Lubnanê kir û dengê teqînên li seranserî başûr hat bihîstin.

Ji sibê ve balafirên şer li ser gundên başûr nizm firiyan û hevdem balafirên bêmirov ên keşfê jî xuya bûn.

Duh yekşemê, di êrîşeke asmanî de li ser gundê Meyfadun ê girêdayî qezaya Nebatiyê kesek birîndar bûbû. Herwiha topxaneyên Îsraîlê herêma di navbera gundên Beyt Lif û Ramiye de bi moşekên şewitîner bombebaran kir.

Lîna Reşîd / Lubnan

Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.