Karkerên demkî qeza kirin: 14 birîndar

Karkerên demkî qeza kirin: 14 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Aydınê li navça Germencikê mînîbusa ku karkerên demsale hildigirt û ereba bazirganî li hev ketin. Di qezayê de 3 ji wan giran bi temamî 14 kes birîndar bûn ku 12 ji wan karkerên demkî ne.

Di qezayê de her dû ajotvanên bi navên N.Y. û M.T. jî birîndar bûn. Piştî tîmên cendirmeyan û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê, birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana zankoya Adnan Menderesê.

Hat ragihandin ku ji birîndaran rewşa 3 kesan baş nîne.

Ev nivîs 67 car hatiye xwendin.