Piştî şerê Îran-Îsraîlê têkiliya ewilî ya Îranê û Ajansa Enerjiya Atomî çêdibe

PeyamaKurd – Demekî nû di navbera Ajansa Enerjiya Atomî ya Navdewletî û Îranê de destpêdike. Wê hevdîtin li Tehranê di asta bilind de bibe û di rojeva her dû terefan de çarçova nû ya hevkariyê dê hebe.
Piştî êrîşên Îsraîlê yên ser Îranê ser sehayên nuklerî, kontrola Ajansê kêm kir û da rawestandin. Qanûna ku parlementoya Îranê derxist dixwaze ku peymanekî nû di navbera her dû terefan de bêkirin.
Di van şertên han de wê cîgirê serokê ajansê yê UAEAyê an ku yê Rafael Grossi li Tehranê hevdîtinan bike. Piştî şerê 12 rojan cara yekeme ku di navbera wan de dê têkilî çêbibin.
Wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Arakçi ragihand ku seredana cîgirê serokê Ajansê ne bi armanca kontrola sehayê û ne ji bo ziyareta sehayê ye. Arakçi got:
“Em ê siba bi UAEA re weka berê min got em ê li ser çarçova hevkariya nû hevdîtinê bikin. Sibê wê cîgirê birêz Grossi seredana Tehranê bike lê ne seredana kontrolê ye. Eger em li ser çarçova hevkariya nû li hev nekin, wê hevkarî nebe û çarçova nû wê li ser esasê qanûna ji meclisê derketiye, bibe.”
Ev nivîs 68 car hatiye xwendin.




