Zaxo | Li ser Çemê Xabûr projeyeke mezin a geştiyariyê tê çêkirin

Zaxo | Li ser Çemê Xabûr projeyeke mezin a geştiyariyê tê çêkirin

PeyamaKurd- Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li Zaxoyê projeya nafûreya herî mezin li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê da destpêkirin.

Hate diyarkirin ku nirxê wê projeyê 13 milyar dînar e û dê li ser çar donimên erd li navenda sûka Zaxoyê û li ber çemê Xabûr bê çêkirin. Wê li binê erdê jî otoparkek bê çêkirin.

Serperişta projeyê Zehra Selîm ragihand, "Ev nafûre dê li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê ya herî mezin be, bilindbûna ava wê digihe 40 metreyan. Herwiha ew şaşeyên di wê de têne bikaranîn pir nû û modern in".

Dema wê projeyê salek e û jêrxaneya aborî û tê pêşbînîkirin sektora geştiyariyê li Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê dê pêştir bixe.

Rêveberê Giştî yê Geştiyariyê li Zaxoyê Çiya Emîn derbarê projeyê de got, "Nafûreya Zaxoyê dê bandoreke erênî li ser hatina zêdetir geştiyaran bike, ji ber ku ew nafûreya yekê ye ku li Iraq û Herêma Kurdistanê bi vî rengî tê çêkirin.”

Projeya nafûreya Zaxoyê berdewamiya xebata her du qonaxên kornîş, sûka kevin û Keleha Zaxoyê ya şûnwarî ye.

Ev nafûre projeyeke din a stratejîk a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo Zaxoyê û dê bibe mezintirîn nafûre li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê, ji ber ku bi qasî 40 metreyan av bi awayê lazerê û bi muzîk û ronahiyê bilind dibe.

Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.