Ji Jeff Bezos şahiya zewacê ya 48 milyon Euroyan li Venedîkê

PeyamaKurd- Tê gotin ku şahiya zewaca Jeff Bezos a bi Lauren Sanchez de ku çaremîn kesê herî dewlemend ê cîhanê ye, wê îro li bajarê dîrokî yê Îtalyayê yê bi kenalên xwe navdar Venedîkê dest pê bike û sê rojan bidome. Li gorî pisporên aboriyê, wê Bezos 40-48 milyon euroyan li şahiya zewacê xerc bike.
Daweta mîlyarderê damezrênerê Amazonê Jeff Bezos û rojnamevan Lauren Sanchez îro li bajarê Venedîkê yê Îtalyayê dest pê dike. Tê çaverêkirin ku şahiya ku wekî "Daweta Sedsalê" tê binavkirin û hûrgiliyên wê veşartî ne, wê heta roja şemiyê bidome.
Tê pêşbînîkirin ku merasîma sereke dê roja şemiyê li Arsenale (Keştiya Venedîkê) ya dîrokî, ku li aliyê rojhilatê bajêr bi sûrên xwe hatiye dorpêçkirin, pêk were. Tê gotin ku 200-250 mêvan dê beşdarî dawetê bibin, û gelek navdarên wek Tom Brady, Leonardo DiCaprio, Bill Gates, Lady Gaga, Katy Perry, Mick Jagger, Kim Kardashian, Oprah Winfrey, Orlando Bloom û keça Serokê DYA'yê Donald Trump, Ivanka Trump hatine vexwendin. Herwiha tê ragihandin ku mêvan dê li pênc otêlên herî luks ên bajêr bimînin.
Ev nivîs 98 car hatiye xwendin.




