Jinekî dema şîr didot, ji makîna şîrdotinê elektrîk pêgirt û can da

PeyamaKurd – Li bajarê Boluyê li navça Göynükê li gundê Hilallerê seet di 08.00an de jina bi navê Muhterem Aydın (57) di wexta di axwurê de şîrê çêleka xwe didot, ji makîna şîrdotinê elektrîkê pê girt û li ciyê bûyerê can da.
Li ser candayîna jinikê tîmên 112an û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê û dema kontrola jinika bi navê Muhterem Aydın kirin, dîtin ku can daye.
Cenazê wê birin morga nexweşxanê û li ser bûyerê dest bi lêpirsînê kirin.
Ev nivîs 133 car hatiye xwendin.




