Trump: “Eger pêwiste be ez ê artêşê bixim nav Washingtonê”

Trump: “Eger pêwiste be ez ê artêşê bixim nav Washingtonê”

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump planê xwe ji bo Washingtonê aşkera kir. Sedema plan ew e ku li Washingtonê her diçe sûc zêde dibinin û ji bo sûcan kêm bike û asayîşa bajêr bixe bin ewlehiyê ‘Rewşa Lezgîn ya Giştî ya Ewlehiyê’ ragihand. Trump got eger pêwist be wê Parastvanên Netewî wezîfedar bike û hetta wê artêşê bixe nava bajêr.

Serokê DYAyê Trump her weha got ji bo bajêr ji kesên bê mal paqij bike, tedbîrên pewist sitendiye. Her weha nisbeta sûcên li Washingtonê ji yên gelek payîtextên dinyayê zêdetire. Trump weha dewam dike:

“Îro roja rizgariya Washington DC ye û em payîxtexta xwe paş de distînin. Me amadekariya xwe kiriye ku li New Yorkê, Chicago û gelek bajarên din tedbîrên ewlehiyê bistînin. Ji bo li Washingtonê qanûn û nîzamê çêbikin, ez Parastvanên Netewî wezîfedar dikim. Em ê bikin ku karên xwe baş bikin.

Wê ev kar pêşdetir here. Em ji Washingtonê destpêdikin û em ê bilez çareser bikin. Em ê paşî li bajarên dinan jî binêrin.”

Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.