Sûriye | Artêşa Îsraîlê bi 100 leşkeran bi ser gundekî Quneytrayê de girt

PeyamaKurd- Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên Îsraîlê îro 11ê Tebaxê serê sibê avêtin ser gundê Terenceh li gundewarê Quneytrayê û xortek girtin.
Li gorî çavkaniyên SOHRê, nêzîkî 100 leşkerên Îsraîlê bi piştgiriya 20 wesayîtên leşkerî ketine gund û balafirên keşfê jî li ser herêmê geriyane.
Hêzên Îsraîlê di operasyonê de gelek malên sivîlan kontrol kirin û li wan geriyan, welatiyên gund li ber xwe dan û gelek ji wan hatin derbkirin. Piştî çend saetan ku di gund de mabûn, hêzên Îsraîlê ji gund derketin.
Hêjayî gotinê ye ku doh jî çavkaniyên SOHRê ragihandibûn ku hêzeke Îsraîlî ya ji 25 leşkeran û pênc wesayîtên leşkerî pêk dihat, gihîştibû gundê Semadaniya yê rojhilatê Quneytrayê. Hêzên Îsraîlî li pênc malên gund geriyabûn û piştre vekişiyabûn û çûbûn baregehên xwe yên li herêmên wêranbûyî yên Quneytrayê.
Ev nivîs 105 car hatiye xwendin.




