Îran û Iraqê momerandûma ewlehiya sînoran îmze kir

Îran û Iraqê momerandûma ewlehiya sînoran îmze kir

PeyamaKurd – Di navbera Iraq û Îranê de, li ser ewlehiya sînoran memorandûmek îmze kirin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî beşdarî merasîma îmzekirina memorandûma hevpar a ewlehiyê kir ku ji aliyê şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim el-A'racî û sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî ve hate îmze kirin.

Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrtiya Iraqê ragihand, Sûdanî Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî û şandeya pê re qebûl kiriye.

Di hevdîtinê de Sûdanî tekezî li ser wê yekê kir ku Iraq hewlên xwe ji bo pêşxistina peywendiyên xwe bi Komara Îslamî ya Îranê re di warên cuda de, li gorî berjewendiyên gelên Iraq û Îranê, didomîne.

Larîcanî got, "Em peymaneke ewlehiyê ku xaleke pir girîng, digel Iraqê amade dikin." Herwiha destnîşan kir ku ewlehiya Îranê dê di pêwendiyên Îranê yên bi welatên cîran re bibe xala sereke.

Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.