68 namzed ji pêşbirka hilbijartinên Iraqê vekişiyan

68 namzed ji pêşbirka hilbijartinên Iraqê vekişiyan

PeyamaKurd – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku 68 namzed ji pêşbirka hilbijartinê hatine derxistin.

Li gorî daxuyaniyek ji komîsyonê, 68 namzed ji pêşbirkê hatine derxistin.

Siyasetmedar Ehmed el-Cibûrî û Necm el-Cibûrî di nav kesên ku ji pêşbirkê hatine derxistin de bûn.

Li gorî raporê, her du namzed ji ber "sînorkirinên dadwerî" ji lîsteyê hatine derxistin, lê 66 namzedên din ji ber sedemên cûda hatine derxistin.

Komîsyonê berê redkirina 46 namzedên din ji bo hilbijartinên parlementoyê ragihand.

Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî di 9ê Nîsana 2025an de ragihand ku Encûmena Wezîran bi yekdengî 11ê Mijdara 2025an wekî roja hilbijartinên parlementoyê yên bê destnîşan kiriye.

Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.